Îro salvegera Şoreşa mezin ya Îlonê ye

şoreşa Îlonê yekdengî û yekrêziya nava pêkhateyên Kurdistanê ava kir.
کوردستان TV
100%

Beriya 61 salan destpê kiriye.

Îro 11ê Îlonê salvegera destpê kirina şoreşa mezin ya Îlonê ya bi Serokatî û Rêberatiya Nemir Mele Mistefa Barzaniye.

Beriya 61 salan dema rejîma vê demê ya Îraqê sozên xwe yên li hember gelê Kurd bo qebûl kirina mafên netewî yên gelê Kurd bicîh neanî, gelê Kurd jî bi Rêberatiya Nemir Mele Mistefa Barzanî li dijî rejîma Îraqê dest bi şoreşa mezin ya Îlonê kir.

Di 11ê Îlona 1961an de gelê Kurd ku, bi Rêberatiya Nemir Mele Mistefa Barzanî bo berevanî kirin ji hebûn, nasname û mafên xwe dest bi şoreşa mezin ya Îlonê û xebata çekdarî kir, rejîm jî dest bi êrîş kirine ser Kurdistanê kir û gelê Kurd jî tevahiya karînên xwe di şoreşa Îlonê de kom kir û karî berevaniyeke bêhempa raber bike.

Şoreşa Îlonê şoreşa tevahiya pêkhateyên Kurdistanê bû û ev şoreş karî yekdengî û yekrêziyeke mezin di nava pêkhateyên Kurdistanê de ava bike.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.