Li Moskowayê civiyane.
Li gor jêderên çapemeniyê, di rojên derbasbûyî de berpirsên MÎTa Tirkiyeyê û îstîxbarata Sûriyeyê bi miyancîgeriya Rûsyeyê li paytexta vê welatî civiyane.
Di civîna Moskowayê de, MIT û îstîxbarata Sûriyeyê behsa bijardeyên heyî yên bo normal kirina têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê û herwiha rewşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ( Rojavayê) jî hatiyekirin.
Weke tê zanîn beriya niha Tirkiye pêşniyar bo Sûriyeyê kiribû ku, têkiliyan normal bikin û bihevre şerê dijî HSDê bikin lê rejîma Sûriyeyê bo normal kirina têkiliyan li gel Tirkiyeyê merc bo Tirkiyeyê danîbû lê heta niha nayê zanîn gelo Tirkiye wan mercan cîhbicîh dike an na?
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin