Serokwezîr li gel şandeke hevpeymanî û Amerîkî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê Fermandariya navendî ya Amerîkayê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Êwara îro me pêşwaziya Fermandarê Fermandariya navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Jeneral Michael Corella kir.
Di civînê de ku, Fermandarê nû yê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Jeneral Matthew McFarlane jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û pêşde birina têkiliyên navbera du aliyan de kir.
Jeneral Corella qurbanî danên hêzên pêşmege yên Kurdistanê bi Rêberatiya Cenabê Serok Mesûd Barzanî di têk birina terorîstên DIŞIê de bilind nirxand û pêbend bûna welatê xwe jî bo berdewam kirina piştîvanî kirina hêzên pêşmerge diyar kir.
Di civînê de me spasiya hevkarî û piştîvaniya Amerîka û hevpeymanan kir û bi awayeke kurt jî me behsa prosesa reforman ya kabîneya 9an bi taybetî reformên nava wezareta pêşmerge kir.
Girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bi awayeke bingehîn û li ser esasê destûrê mijarên din yên giftûgoya me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin