Dibêje hezaran kes bi darê zorê veguhastiye.
Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku, li gor raportên îstîxbaratî, Rûsye bi fermana Putin, bi hezaran welatiyên Urkaynî bi darê zorê bo Rojhilatê Urkaynayê veguhastiye û ev yek jî tawaneke mezine û nabe bê ceza bimîne.
Antony Blinken ragihand ku, Amerîka li hember vê tawana han bêdeng namîne û li civata ewlekariya ya Netewên Yekgirtî li dijî Rûsyeyê doz vedike û hewl dide daku li ser mijarê biryareke civata ewlekariyê der bixe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin