Îsal 20 milyon Ziyaretkar serdana Kerbelayê dikin

Îran bo cara ewil rê da şîeyên Efxanistan û Pakistanê daku, bi rêya Îranê serdana Îraqê bikin.
کوردستان TV
100%

Beşdarî di merasîmên çileya Îmam Husên de dikin.

Li gel nêz bûna dema merasîmên çileya Îmam Husên li Kerbelayê, Waliyê Kerbelayê daxuyanî da.

Li gor çapemeniya Îraqê Waliyê Kerbelayê Nesîf Xetabî ragihandiye ku, texmîn dikin îsal ji welatên curbicur zêdetir ji 20 miliyon şîe bo beşdarî kirin di merasîmên çileya Îmam Husên de serdana Kerbelayê bikin.

Nav hatî eşkere kiriye ku, her çend ev hijmara han gelek zêdeye lê tevahiya amadekariyên pêwîst hatine kirin.

Ji aliyeke din ve bo cara ewil rejîma Îranê jî rê da şîeyên Pakistan û Efxanistanê daku, bi rêya Îranê serdana Îraq û Kerbelayê bikin.

Herwiha hate zanîn ku, rejîma Talibanê jî serdana şîeyên Efxanistanê bo Îraqê qedexe kiriye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.