Serokwezîr li gel şandeke Amerîkî civiya.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel şandeke Amerîkî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:
Îro me pêşwaziya alîkara wezîrê derve ya Amerîkayê ya bo karûbarên Rojhilata Navîn Xatû Barbara Leaf kir.
Di civînê de me giftûgo li ser pêşde birina têkiliyên navbera Amerîka û herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Îraqê kir.
Alîkara wezîrê derve yê Amerîkayê Barbara Leaf pêbendiya welatê xwe bo berdewam kirina piştîvanî kirina herêma Kurdistan û hêzên pêşmerge diyar kir û got: Em hewlên xwe yên bo çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bitevger dikin bi taybetî kêşeyên girêdayî bi mijara petrol û gazê ku, lazime bi diyalogê werin çareserkirin jiber ku, çareser nekirina wan bandoreke nebaş li ser aramiya Îraqê dike.
Me jî bi awayeke kurt behsa reformên kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê di warê pir cur kirina abûrî, çavkaniyên dahat û ava kirina jêrxaneke bihêz kir. Derbarê têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de jî me ev yek anî ziman ku, xelkê herêma Kurdistanê qurbaniyên gelek zêde daye bo bidest xistina mafên xwe yên reva jiber vê çendê ne amadeye ku dibin ti zextekê de dev ji maf û şayîsteyên xwe yên destûrî berde. Me herwiha xwesteke herêma Kurdistanê jî ya bo çareser kirina bingehîn ya kêşeyan li ser esasê destûrê diyar kir.
Guherînên seqa û bandora wan guherînan li ser Îraq û herêma Kurdistanê, girîngî dan bi enerjiyên dostê jîngehê û paqêj, pêşde birina hêlbirîna Amerîkî, girîngî dan bi kerta taybet li herêmê çend mijarên din yên civîna me bûn ku, têde balyoza Amerîkayê ya li Îraqê Xatû Alina Romanowski û Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li herêma Kurdistanê birêz Irvin Hichs jî têde beşdar bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin