Serok Barzanî li gel balyozê YE yê li Îraqê civiya.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Îraqê Ville Varjola û şandeke pê re kir.
Di civînê de balyozê YE yê li Îraqê Ville Varjola ragihand ku Ewrûpa girîngiyeke gelek zêde dide herêma Kurdistanê û rola herêma Kurdistanê ya bo parastina aramiya Îraq û deverê bi girîng dizane û got: YE biryar daye daku nuneratiya xwe ya li herêma Kurdistanê berfiretir bike û vê nuneratiyeke hertimî ya YE li Kurdistanê were vekirin.
Di berdewamiya civînê de behsa prosesa siyasiya Îraqê û qirîza siyasî ya li vê welatî hate kirin û balyozê YE tekez li ser vê yekê kir ku, lazime kêşe bi diyalog û li ser esasê destûrê werin çareserkirin û rêzdariya xwe jî li hember rola Serok Barzanî ya bo lihev nêz kirina aliyên siyasî yên Îraqê diyar kir û ragihand ku, YE piştîvaniya hilbijartinên herêma Kurdistanê dike.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî kêfxweşiya xwe ya li hember biryara YE bo vekirina nuneratiya hertimiya xwe li Kurdistanê diyar kir û derbarê hilbijartinên Kurdistanê de jî Serok Barzanî diyar kir ku, partiya demorkata Kurdistanê dixwaze hilbijartinên herêmê bilez werin kirin û daxwaz ji civata navnetewî jî kir ku, bi şandina çavdêran di hilbijartinên herêmê de rola xwe bilîze.
Derbarê qirîza siyasî ya Îraqê de jî Serok Barzanî diyar kir ku, sedema sereke ya qirîza siyasî ya Îraqê pêbend nebûne bi destûrê û lazime her hikûmetek ku, tê avakirin li ser esasê bernameyeke berfire û bihêz, parastina mafên herêma Kurdistanê, li berçav girtina prensînên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê û di çaroveya destûr û diyalogê de be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin