Dibêje lazime aramiya deverê were parastin.
Peyvdarê herêmî ya wezareta derve ya Amerîkayê Samuel Warberg derbarê gefên Tirkiyeyê yên bo lidar xistina operasiyonê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de ragihand ku, ev operasiyona han netenê zirarê dide hêzên Amerîkî, belku hevdem dibe sedema lawaz kirina şerê dijî DIŞIê û aramiya deverê jî dixe metirsiyan.
Samuel Warberg daxwaz ji Rûsye, Sûriye, Tirkiye û tevahiya aliyên din kiriye daku, xwe ji pêngavên ku dibin sedema aloztir kirina rewşa heyî bidûr bigirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin