Dibêje belem û qayîqên wan bi kêrî ma nayên.
Piştî belav bûna nûçeyên ku behsa vê yekê dikirin ku, Îran hewl daye dest deyne ser belemeke Amerîkî ya bêpîlot, lê nikariye vê yekê bike, Fermandarê artêşa Îranê daxuyaniyek da.
Li gor çapemeniya Îranê Fermandarê artêşa Îranê Ebdulkerîm Mûsevî ragihand ku, Îran bi rêya delalên xwe ji Amerîkayê re peyam şandiye û jê re gotiye ku, Îran dizane cîhê belem û qayîqên Amerîkî li kûderê ye lazime Amerîka qanûnên navnetewî liber çav bigire û wan binpê neke.
Ebdulkerîm Mûsevî herwiha eşkere kiriye ku, qayîq û belemên Amerîkî paşketîne, bi kêrê artêşa Îranê nayên lewre Îran hewl nedaye û nade ku, dest deyne ser wan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin