Sûriye: Em naxwazin vegerin nava komkara Erebî

jiber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ev welat ji Komkara Erebî hatiye avêtin.
کوردستان TV
100%

Sûriye daxwaz kiriye ev mijar nekeve rojeva civînê.

Wezîrê derve yê Sûriyeyê Feysel Mêqdad di peywendiyeke telefûnî de li gel hevpîşeyê xwe yê Cezayîrî ragihandiye ku, Sûriye li dijî projeya vegera Sûriyeyê ya bo nava Komkara Erebiye.

Feysel Mêqdad herwiha daxwaz ji hevpîşeyê xwe yê Cezayîrî kiriye daku, rê nedin di civîna pêş ya komkara Erebî de mijara vegera Sûriyeyê bo nava komkarê bikeve rojevê jiber ku, Sûriye naxwaze vegera nava vê komkarê.

Tê payîn civîna pêş ya komkara Erebî di rojên pêşiya me de li Cezayîrê were lidarxistin.

weke tê zanîn jiber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, Komkara Erebî biryara avêtina Sûriyeyê dabû.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.