Vê di demeke nêz de komeke din ji kempê werin vegerandin.
Parêzgarê Enbarê Elî Ferhan diyar kiriye ku, heta niha bi giştî 500 malbetên Îraqî ji kempa Hol ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ( Rojava) bo Îraqê hatine vegerandin.
Elî Ferhan diyar kiriye ku, 350 ji wan malbetan piştî karûbarên pêwîst yên qanûnî li parêzgeha Enbarê hatin bicîhkirin û jiyana xwe ya normal didomînin.
Ferhan ev yek diyar kiriye ku, karê komîteya amadekariyên pêwîst bo vegerandina awareyên Îraqî ji kempa Holê berdewamin û vê di demeke nêz de karwaneke din ji awareyên Îraqî ji kempa Holê bo Îraqê werin vegerandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin