Kopterekî artêşa Tirkiyeyê ketiye erdê

leşkerekî Tirkiyeyê wendaye û hîn jî nehatiye dîtin.
کوردستان TV
100%

Wezareta berevanî dibêje jiber kêşeyeke teknîkî ketiye lê pkk ev yek red dike.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê, wezareta berevanî ya vê welatî eşkere kiriye ku, duhê yekşem koptereke artêşa Tirkiyeyê di nava axa herêma Kurdistanê de ketiye erdê, 8 kes di nava kopterê de bûne, rewşa 7 ji wan başe lê çarenivîsa yek ji wan nediyare.

Wezareta berevanî diyar kiriye ku, ev kopter jiber kêşeyeke teknîkî ketiye lê pkk ev yek red dike û dibêje ev kopter ji aliyê me ve hatiye xistin.

Pkkê diyar kiriye ku şeva şemî û roja yekşemê 3 û 4ê Îlonê li pey hev du kopterên artêşa Tirkiyeyê xistiye erdê û di encam de jî gelek lekşerên Tirk hatine kuştin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.