Li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin.
Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, di nava mehekê de li seraserê Rojhilatê Kurdistanê 54 çalakvanên medenî yên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Hengawê diyar kiriye ku, 46 kes jiber çalakiyên siyasî, 5 kes jiber kolberiyê û 3 kes jî jiber çalakiyên olî hatine girtin.
Hengawê ev yek diyar kiriye ku, rêjeya girtina çalakvanên Kurd di meha Tebaxê de li gor Tîrmehê sedî 4 kêm bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin