Dibêje em nikarê pêşwaziya hijmareke zêde torîstên olî bikin.
Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir ku bi yek ji dijberên Îranê li Îraqê tê nasîn, duhê bişev derbarê hatina hijmareke zêde ji torîstên Îranî yên bo beşdarî kirin di çileya Îmam Husên de daxuyaniyek belav kir û têde huşdarî daye torîstên Îranî.
Muqteda Sedir diyar kiriye ku, lazime torîstên Îranî yên ku, bo beşdarî kirina merasîmên çileya Îmam Husên de têne Îraqê, pêbendî qanûn û zagonên Îraqê bin û nebin sedema têkdaran rewşa civakî û ewlekarî ya Îraqê.
Sedir herwiha diyar kiriye ku, karînên Îraqê bo pêşwazî kirina torîstên olî diyare lewre Îraq nikare pêşwaziya hijmareke gelek zêde ji torîstan bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin