Li 51 bajarên Îranê sîstema berevaniya asmanî ketiye liv û tevgeran.
Li gor çapemeniya Îranê, rejîma Îranê xwe bo bersif dana her cure êrîşeke ji derve yaku were ser Îranê amade kiriye.
Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku, hêzên asmanî, ewlekarî û sîstema berevaniya asmanî ya Îranê ketine liv û tevgeran û xwe bo bersif danê amade kirine.
Hate zanîn ku li 51 bajar û cîhên steratejîk yên Îranê sîstema berevanî ya vê welatî ketiye amadebaşiyê de.
Rejîma Îranê diyar kiriye ku, ev amadebaşiya han bo bersif dana her cure êrîşek bi taybetî êrîşên Îsraîlê ye.
Weke tê zanîn ev demêke ku, Îsraîl di çarçoveya steratejiya xwe ya nû ya li hember Îranê de êrîşên xwe yên di nava axa Îranê de zêde kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin