MÎT´a Tirk 3 hunermendên Efrînî ku li Stenbolê ne, revandin.
Çavkaniyên herêmî, dane zanîn ku MÎT´a Tirk 3 hunermendên Kurd ên ji Efrînê li Stenbolê revandin.
Çavkaniyan diyar kiriye ku her sê hunermend bi hinceta ku beriya dagirkirina kantona Efrînê, di Tevgera Çand û Hunerê de dixebitîn, hatin revandin.
Li gorî çavkaniyan navên revaniyan ev in; Şêro Agirî, Ferhad Murad û Rakan Mistefa. MÎT´a Tirk ji bo serbestdana her yekî 6 hezar dolar xwestine.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin