Qedexe vê heta 15 rojan bidome.
Li gor çapemeniya Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, walîtiyên Colemêrg û Mêrdînê ragihandine ku, li wan her du bajaran qedexeya giştî ragihandine.
Di daxuyaniya walîtiya wan du bajarên Kurdistanê de hatiye diyarkirin ku, vê heta 15 rojan li wan her du bajaran, qedexeya giştî hebe lewre kes nikare, dakeve qadan, çalakî, aheng anjî merasîmên girseyî organîze bike.
Ev qedexe di demekê deye ku, îro roja cîhaniya aştiyê ye û dihat payîn ku li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê xwepîşandan werin kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin