Almanya: Em êdî nikarin hevkariya Ukraynayê bikin

dibêje karînên me bo hevkarî kirinê nemane.
کوردستان TV
100%

Dibêje di nava enbarê artêşê de çek û cebelxane nemaye.

Di demekê de ku, şerê navbera Rûsye û Ukraynayê didome û hevkariyên welatên Rojavayî jî yên bo Ukraynayê dom dikin, Almanya daxuyaniyeke balkêş weşand.

Li gor daxuyaniya han, wezîra berevanî ya Almanyayê Christine Lambrecht ragihandiye ku, êdî karînên artêşa Almanyayê yên bo hevkarî kirina leşkerî ya Ukraynayê nemane jiber ku, di nava cebelxane û enbarên artêşa Almanyayê de çekd û cebelxaneyên zêde nemane ku, bo Ukraynayê werin şandin.

Nav hatî diyar kiriye ku, domandina hevkariyan bo artêşa Ukraynayê vê zirarê bide ewlekariya nîştimanî ya Almanyayê.

Weke tê zanîn ku şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê ji meha Sibatê ve destpê kiriye û hîn jî didome.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.