Dibêje bawer nakim Tirkiye bikaribe serkeftî be.
Nunerê berê yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarê Sûriyeyê James Jeffrey ragihand ku, bawer nake ku, Tirkiye di hewldanên xwe de yên bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê de, serkeftî be û Erdogan bi Beşar Esed nikare.
James Jeffrey herwiha eşkere kiriye ku, Sûriye nikare tiştek ji hêzên Amerîkî û hevpeymanên me yên li Bakûrê Sûriyeyê bike, jiber ku, Amerîka di vê mijarê de Esed hayedar kiriye û gef li Esed kiriye.
Derbarê Kurdan de jî Jeffrey diyar kiriye ku, Kurd li Îraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê dost û hevbeşên rastîn yên Amerîkayê ne, birayên mene, têkiliyên me li gel wan gelek baş û bihêzin û vê wisa jî berdewam be.
Nav hatî tekez kiriye ku, lazime Amerîka bo kêm kirina bandora Îranê li ser Îraqê pêngavên cidîtir bavêje.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin