Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wan îro 11 kes girtine ku 5 ji wan çeteyên şaneyên DAIŞ`ê ne û diyar kir ku lêpirsîna bi kesên mayî yên biguman re ku girêdayî DAIŞ`ê ne, dewam dike.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek da û tê de piştrast kir ku wan 11 kes girtine ku 5 ji wan endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ne.
Daxuyanî wiha ye: Piştî ku hêzên me agahî li ser cihên hin çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li kampa Holê wergirtin, hêzên me îro saet di 04:00`ê berbangê de li beşa yekemîn a kampê operasyona serdegirtinê pêk anî. Hêzên me 11 kes girtin ku 5 ji wan çeteyên şaneyên DAIŞ`ê ne. Lêpirsîna bi 6 kesên din ên mayî re berdewam dike ku guman heye girêdayî DAIŞ`ê bin.
Dema lêpirsîna bi wan kesan re bi dawî bibe dê yekser encamp bên parvekirin."
Ji anhayê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin