Rê nade welatiyên Îranî serdana Îraqê bikin.
Alozî û pevçûnên di navbera alîgirên Sedir û komên din yên şîe de li Bexda, Besre û bajarên din yên Îraqê berdewamin û heta niha jî gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin.
Her di vê çarçoveyê Îran duhê ragihandibû ku, sînorên xwe yên li gel Îraqê daxistiye, îro jî Îran diyar kiriye ku rê nade welatiyên Îranî bo beşdarî kirin di merasîmên erbeîn de serdana Îraqê bikin.
Herwiha Îraq jî eşkere kiriye ku heta rewşa Bexdayê normal nebe rê nade ti welatiyeke Îranî serdana cîhên pîroz yên olî li Îraqê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin