Welatên cîhanê welatiyên xwe li Îraqê hayedar dikin

welatên cîhanê welatiyên xwe yên li Îraqê vedikêşin.
کوردستان TV
100%

Îran jî deriyên xwe yên sînorê li gel Îraqê daxist.

Li gel destpê kirina şer û pevçûnan di navbera alîgirên tevgera Sedir û komên din yên çekdar de, rewşa Îraqê gelek aloz bûye û welatên cîhanê jî huşdarî didin welatiyên xwe yên li Îraqê.

Di vê çarçoveyê de Brîtanya, Amerîka, Siûdiye, Îmarat, Tirkiye û çend welatên din daxwaz ji welatiyên xwe yên li Îraqê dikin daku, bilez ji Îraqê derkevin.

Ji aliyeke din ve Îran jî ku welateke cîrane li gel Îraqê, ragihandiye ku jiber rewşa aloz ya Îraqê tevahiya deriyên xwe yên sînorî li gel Îraqê daxistiye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.