Koşka Serokkomarî kete destê xwepîşanderan

li gelek bajarên Îraqê xwepîşandan destpê kirin.
کوردستان TV
100%

Piştî daxuyaniya Sedir, alîgirên wî dest bi xwepîşandan û êrîşên xwe kirin.

Piştî ku, îro Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand ku, dev ji siyasetê ber dide û tevahiya dezgehên siyasî yên ser bi tevgera xwe dadixe, alîgirên wî dîsa daketin kolanan û dest bi xwepîşandanan kirin.

Alîgirên Sedir kerîn di demeke kêm de derbasî navçeya kesik ya li Bexdayê bibin û dest deynin ser Koşka Serokkomariya Îraqê.

Hevdem li Bexdayê xwepîşandana alîgirên aliyên çarçoveya hemahengî jî heye lewre fikar hene ku pevçûnên mezin biqewmin.

Ji aliyeke din ve Fermandariya operasiyonên hevbeş ya Îraqê jî ragihandiye ku, qedexeya hatûçûyê li Bexdayê hatiye ragihandin.

Hate zanîn ku, ne tenê li Bexda belkû li bajarên din yên Îraqê xwepîşandanên mezin destpê kirine.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.