Ji wan re gotiye ji Tirkiyeyê derkevin.
Hewldanên Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan yên bo normal kirina têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê û hevdîtina xwe ya li gel Serokê Sûriyeyê didomin û di vê çarçoveyê de jî çapemeniya Îranê zaniyariyeke îstîxbaratî ya girîng belav kir.
Ajansa Tesnîm ya Îranî ku ser bi îtlaata Îranê ye ragihand ku, Tirkiye ji opozîsyon û cîhadiyên Sûriyeyê re ferman daye daku, bilez tevahiya navendên xwe yên li Tirkiyeyê daxin, dawî bi kar û çalakiyên xwe binin û ji Tirkiyeyê derkevin.
Tesnîmê li ser zarê çavkaniyên îstîxbaratî diyar kiriye ku, Tirkiye ji cîhadî û opozîsyona Sûrî re gotiye ku dikare dem bide wan daku, welatê sêyem bo nîştecîhbûna xwe hilbijêre.
Ji aliyeke din ve beriya du rojan jî Serokê MÎT Hakan Fîdan û Serokê îstîxbarata Sûriyeyê Elî Memlûk jî civiya bûn û Memlûk ji Fîdan re gotiye ku, bo normal kirina têkiliyan lazime Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyeyê vekêşe û têkiliyên xwe li gel opozîsyona Sûrî qut bike.
Weke tê zanîn Erdogan jiber tengav bûna xwe di wan demên dawî de gelek tewîzên mezin da, mînak jiber Misirê piştî li komela exwan Muslêmîn ya Misirê kir, jiber Îsraîlê pişt li Hemas û Felestînê kir û jiber Siûdiye jî dosyeya Rojnamegerê Siûdî yê ku li Tirkiyeyê hatibû kuştin radestî Siûdiyeyê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin