Rayedarekî Îranê armanca danûstandinên navbera Îran û Siûdiyeyê eşkere dike.
Hevdîtinên navbera Siûdiye û Îranê ku demeke dirêj bi nihênî dihatin kirin, niha eşkere bûne û berdewamin û di vê derbarê de jî rayedarekî Îranî daxuyanî daye.
Peyvdarê komîteya ewlekariya nîştimanî û siyaseta derve ya parlementoya Îranê, Ebulfezil Emûyî ragihandiye ku, armanc ji danûstandinên navbera Îran û Siûdiyeyê, normal kirina têkiliyên navbera wan du welatan û vekirina balyozxaneyane li Tehran û Riyazê.
Ev rayedarê Îranî eşkere kiriye ku Îran amadeye têkiliyên xwe li gel Siûdiyeyê bidomîne, balyozxaneya xwe veke û kêşeyên din yên heyî jî bi rêya diyalogê li gel Siûdiyeyê çareser bike.
Nav hatî eşkere kiriye ku li ser çend mijarên herêmî û cîhanî rexneyên Îranê ji siyasetên Siûdiyeyê hene û armanca me niha vekirina balyozxaneyane û pişt re bi diyalogê emê kêşeyên din çareser bikin.
Weke tê zanîn ji 2016an ve heta niha têkiliyên navbera Îran û Siûdiyeyê têkçûne, her du alî balyozxaneyên xwe daxistine û mijara çekdarên Husî yên li Yemenê jî yek ji kêşeyên mezin di navbera Îran û Siûdiyeyê deye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin