Biryare îro bigehêje Tehranê.
Peyvdarê wezareta derve ya Îraqê ragihand ku vê îro wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên serdana Îranê bike.
Peyvdarê wezareta derve ya Îraqê Ehmed Sehaf eşkere kiriye ku, îro wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên serdana Tehranê dike û li gel rayedarên Îranê dicive.
Biryare Husên di civîn û hevdîtinên xwe yên li gel wezîrê derve yê Îranê û rayedarên din yên Îranê de, behsa têkiliyên du alî û rewşa giştî ya deverê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin