Dibêje dadgeha federalî biryarên siyasî daye.
Serokê kompaniya Amerîkî HKN Matthew Zais ku, di warê petrol û gazê li Kurdistanê de kar dike ragihand ku, Îran li dijî henarde kirina gaza Kurdistanê ye jiber ku, Îran dibêje henarde kirina gaza Kurdistanê dibe alternatîf bo Îranê û pêgeha Îranê lawaz dike.
Serokê kompaniya han derbarê biryarên dadgeha federal ya Îraqê de jî diyar kiriye, ku dadgeha federal di bin bandora hin aliyan deye ku ev aliyên han jî di bin bandora Îranê dene, lewre biryarên dadgeha federal yên derbarê qanûna petrol û gazê ya Kurdistanê de biryarên siyasî ne û ti girîngiyeke wan bo me tuneye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin