Behsa sîstematîze kirina bertîl wergirtinê di nava hikûmetê de dike.
Serokê mafiyaya neteweperest ya Tirkiyeyê Sedat Peker ku, ev demêke belge li ser dizî, gendelî, bertîl dayîn û wergirtin û bazirganiya madeyên hişber ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve, belav dike, duhê bi rêya twitterê rastiya gendelî û bertîl stendinê ku gehêştiye koşka Serokkomariya Tirkiyeyê, xiste ber çavan.
Sedat Peker bi belge eşkere dike ku, wezîr, berpirs û Şêwirmendên Erdogan, bo cîhbicîh kirina karêbarên xelkê, bi awayeke balkêş û bi rêya kompaniyên curbicur pere weke bertîl ji xelkê distînin.
Peker behsa çend karsazên Tirkiyeyê jî dike ku, bo cîhbicîh kirina karûbarên xwe serdana aliyên têkildar, parlementerên AKP û Şêwirmendên Erdogan kirine lê bo ku, karûbarên wan werin cîhbicîhkirin, pere ji wan hatiye stendin.
Piştî gotinên Peker, opozîsyona Tirkiyeyê jî bo lêkolîn kirin li ser wan bûyeran doz vekir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin