Dibêje emê dorpêçên dijwar bixin ser Tirkiyeyê.
Piştî raporteke odeya bazirganiya Tirkiyeyê ku têde hatiye diyarkirin ku di n ava 6 mehên derbasbûyî de nêzî 500 kompaniyên Rûsî jiber dorpêçên welatên Rojavayî, hatine Tirkiyeyê û dest bi karûbarên xwe kirine, Amerîka jî huşdar da Tirkiyeyê.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê, wezareta xezêneya Amerîkayê, ji yekîtiya odeyên pîşesaz û bazirganên Tirkiyeyê re name şandiye û di nameyê de gef li Tirkiyeyê hatiye kirin.
Di nameya wezareta xezêne ya Amerîkayê de dilgiraniya Amerîkayê ya li hember asankariyên Tirkiyeyê yên bo sermaye û kompaniyên Rûsî re, hatiye diyarkirin û ji kompanî, pîşesaz û hikûmeta Tirkiyeyê re hatiye gotin ku eger kesek anjî aliyek bibe hevkar bo Rûsye û kompaniyên Rûsî, vê rastî dorpêçên dijwar yên Amerîka û welatên Rojavayê were.
Ji aliyeke din ve ev duh mehe ku welatên Ewrûpî jî huşdarî didin Tirkiyeyê û dibêjin nabe Tirkiye rê bide ku Rûsye Tirkiye weke deriyek bo xwe dizîn ji dorpêçên Rojavayiyan bikar bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin