Kêliyek beriya niha serdana Serokwezîr kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê kir û derbarê naveroka civînê de jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Konsulusê giştî yê Tirkiyeyê li herêma Kurdistanê birêz Hakan Karaçay kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana me kiribû.
Me spasiya Konsulusê Tirkiyeyê kir ku, di dema pîwerdariya xwe ya li herêma Kurdistanê de, hewl bo pêşde birina têkiliyên navbera her du aliyan de daye û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Konsulusê giştî yê Tirkiyeyê jî stayîş û rêzdariya xwe ya bo hevkarî û hemahengiya hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Konsulusxaneya welatê xwe diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin