Sedir fermana zêdetir kirina xwepîşandanan dide

dibêje Sedir bi ti awayî li gel çarçoveya hemahengî giftûgo nake.
کوردستان TV
100%

Dixwaze zextên zêdetir li ser çarçoveya hemahengiyê bike.

Rayedarekî tevgera Sedir, ya bi Serokatiya Muqteda Sedir ragihand ku, Muqteda Sedir bi mebesta zêdetir kirina zextên li ser Serok û berpirsên çarçoveya hemahengiyê, ferman dide daku, di rojên pêş de li seraserê Îraqê, xwepîşandanên berfire û mezin werin kirin.

Ev berpirsê han yê ku, nexwestiye navê xwe eşkere bike, ragihandiye ku Muqteda Sedir bi ti awayî naxwaze li gel Serkirdeyên çarçoveya hemahengiyê giftûgo bike.

Nav hatî daye zanîn ku Sedir bi dorpêç kirina parlementoyê û çalakiyên rûnîştinê razî nabe û dixwaze li seraserê Îraqê xwepîşandanên berfire werin organîzekirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.