Daxwaz tê kirin parlementoya Îraqê li Hewlêrê bicive

alîgirên Sedir rê nadin parlementoya Îraqê bicive.
کوردستان TV
100%

140 parlementer nameyek dane Serokatiya parlementoyê.

Jiber kontrol kirina parlementoya Îraqê ya li Bexdayê ji aliyê alîgirên Sedir ve, parlementoya Îraqê nikare bicive lewre, 140 parlementerên parlementoya Îraqê li ser vê mijarê daxwaznameyek dane Serokatiya parlementoyê.

Di daxwaznameyê de hatiye daxwazkirin ku parlementoya Îraqê li Hewlêrê civînên xwe lidar bixe û dest bi hewldanên hewce bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê bike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.