Ev pirtûka han ji 20 beşên curbicur pêk hatiye.
Ev cila pêncem ya zincîre pirtûkên Serok Barzaniye bi navê Barzanî û tevgera azadîxwaz ya Kurd , derfet û astengî ye.
Ev pirtûka han yaku behsa bûyer û rewşa Kurdistanê ji sala 1991an heta 2002an dike di meha Hezîrana 2022an de hatiye çapkirin.
Ev pirtûk bi giştî ji 20 beşan pêk hatiye.
Pirtûk ji 831 rûpelan pêk hatiye û têde çend belgenameyên fermî jî hatine weşandin.
Serok di pirtûka xwe de behsa raperîna mezin ya gelê Kurd, ya sala 1991an, rola xelkê Kurdistanê û hêzên pêşmerge, rewşa Kurdistanê piştî enfalê, hilbijartinên Kurdistanê, ava kirina eniya Kurdistanî li dijî rejîma Besê, ragihandina encamên yekem hilbijartina parlementoya Kurdistanê û ava kirina hikûmeta nû ya Kurdistanê dike.
Serok herwiha di pirtûka xwe de balkêşandiye ser siyaset û dîplomasiya PDK ya piştî raperînê.
Serok Barzanî di pirtûkê de qala rewşa giştî ya Kurdistan, Îraq, dever û cîhanê, hewldanên ji nûve yekxistina rêzên PDK û çendîn bûyer û pêşhatên girtîn yên dîrokî yên di navbera salên 1991an heta 2002an de dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin