9 welatiyên Kurd hatine revandin

bo azad kirina kesên revandî daxwaza pereyan ji kesûkarên wan tê kirin.
کوردستان TV
100%

Di nava hefteyekê de li Efrînê hatine revandin.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Efrînê, zilma artêşa Tirkiyeyê ya li ser welatiyên Kurd li vê bajarê dagîrkirî berdewame.

Navenda mafên miorvan ya Efrînê diyar kiriye ku di nava hefteya derbasbûyî de artêşa Tirkiyeyê û komên cîhadî yên Tirkiyeyê li navçeyên curbicur yên Efrînê bi giştî 9 welatiyên Kurd revandine.

Hate zanîn ku artêşa Tirkiye û cîhadî bo azad kirina wan daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikin.

Weke tê zanîn piştî dagîr kirina Efrînê, prosesa guhertina demografî, kuştin, eşkence kirin, revandina welatiyan, birîna darên zeytûnan û bizor derxistina welatiyên Kurd li vê bajarê Kurdistanî destpê kiriye û hîn jî didome.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.