Tirkiye hêzên xwe livand

dibêje îro hêzeke gelek zêde derbasî nava axa Sûriyeyê kiriye.
کوردستان TV
100%

Li Dîlokê jî daxwaz ji xelkê tê kirin li malên xwe dernekevin.

Rojnameya Erebiye Cedîde îro danê sibê nûçeyek belav kir û têde qala vê yekê kir ku, Tirkiye bi fermî dest bi operasiyona bejahî ya xwe ya li dijî Rojavayê kiriye.

Li gor nûçeya Erebiye Cedîde, îro çarşem 17ê Tebaxê artêşa Tirkiyeyê hêzeke gelek zêde ya leşkerî şandiye Bakûrê Sûriyeyê û li parêzgeha Dîlokê jî rayedarên rejîma Tirkiyeyê daxwaz ji xelkê kirine ku eger neçar nebin ji malên xwe dernekevin.

Weke tê zanîn ev demêke Tirkiye amadekarî bo operasiyonê dike û duhê jî artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên terorîst yên Tirkiyeyê bi awayeke berfire û dijwar dest bi topbaran û bordiman kirina Kobanê û çend herêmên din yên li deverê de kirine.

Herwiha duhê jî artêşa Tirkiyeyê li navendeke leşkerî ya Sûrî dabû û di encam de 15 leşkerên Sûrî hatibûn kuştin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.