Rewşa Îraqê hîn aloztir dibe

Sedir daxwaz kiriye roja şemî mezintirîn xwepîşandan were organîzekirin.
کوردستان TV
100%

Roja şemî du xwepîşandanên dijî hev tên organîzekirin.

Nakokî û aloziyên navbera aliyên siyasî yên Îraqê her diçe kûrtir dibin û rewşa Îraqê jî metirsîdartir dibe.

Di vê çarçoveyê de piştî ku Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir daxwaz ji alîgirên xwe kiribû daku, roja şemî li Bexdayê xwepîşandaneke miliyonî lidar bixin, aliyên dijber jî bi heman awayî daxwaz ji alîgirên xwe kirin daku roja şemî li Bexdayê xwepîşandaneke berfire lidar bixin.

Sedir ku daxwaza hilweşandina parlementoyê û hilbijartinên pêşwext dike, niha alîgirên wî parlemento kontrol kirine.

Aliyên din yên şîe yên di nava çarçoveya hemahengî de jî beruvajî Sedir daxwaza bilez pêkanîna hikûmetê dikin lê bêyî rezamendiya Sedir nikarin ti gavek bavêjin.

Weke tê zanîn Cotmeha derbasbûyî hilbijartin li Îraqê hatiye kirin lê jiber nakokiyên siyasî heta niha hikûmeta nû ya Îraqê nehatiye avakirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.