Dibêje em hewl didin aliyên siyasî yên Îraqê bi diyalogê kêşeyên heyî çareser bikin.
Li gor nûçeyeke çapemeniya Îranê, Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenganî ragihandiye ku Îraq bo Îranê gelek girînge û niha Îran bi cidî çavdêriya rewşa Îraqê dike.
Nasir Kenanî herwiha ragihandiye ku Îran hewl dide daku aliyên siyasî yên Îraqê razî bike ku, bi diyalog û danûstandinê kêşeyên heyî çareser bikin û Îraq ji rewş û qirîza heyî rizgar bikin.
Kenanî tekez li ser vê yekê kiriye ku Îran xwe ji destwerdanî kirin di karûbarên Îraqê de bidûr digire lê hevdem alîkariya aliyên siyasî yên Îraqê dike daku bikaribin kêşeyên heyî çareser bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin