Ji aliyê hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê ve hatine girtin.
Duhê danê êwarê hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê li çend bajarên Bakûrê Kurdistanê, weke Amed, Wan û Colemêrgê operasiyonên hevdem li dar xistine.
Li gor zaniyariyên berdest, di encama wan operasiyonan de zêdetir ji 20 welatiyên Kurd bi hinceta endam bûn û alîkarî kirina PKKê hatine girtin.
Hate zanîn ku di nava girtiyan de gelek berpirsên HDPê jî hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin