11 meh cezayê girtîgehê bi ser wî de hatiye sepandin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, çalakvanekî Kurd yê xelkê bajarê Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê bi navê Mihemed Selîmî temen 28 sal ku beriya niha jiber çalakiyên xwe yên jîngehparêziyê hatibû girtin, ji aliyê dadgeha Şoreşa Îranê ve hatiye cezakirin.
Dadgeha Şoreşa Îranê cezayê 11 meh girtîgehê daye Selîmî û duhê şemî Selîmî jî bo derbas kirina ev 11 mehan, ji aliyê hêzên ewlekarî ve bo girtîgeha Seqizê hatiye veguhastin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin