Îraq daxwazeke Îranê red kiriye

dibêje ku li Kerbelayê kêşeya avê heye.
کوردستان TV
100%

Îran xwestibû welatiyên Îranî bêyî passport serdana Îraqê bikin.

Organîzatoriya merasîmên Erbeyin yên Aşûrayê ya li Îranê ragihandiye ku beriya niha Îran daxwaz ji Îraqê kiriye daku, karasanî bo welatiyên Îranê yên ku diçin bo merasîmên erbeyinê bike.

Îran herwiha ji Îraqê xwestiye ku Îraq rê bide welatiyên Îranî daku bêyî passport serdana Îraqê bikin, lê Îraq ev pêşniyara Îranê red kiriye û rê nade ti welatiyeke Îranî bêyî passport serdana Îraqê anjî cîhên olî y ên Îraqê bike.

Li gor daxuyaniya organîzatoriyê, niha li Kerbelayê kêşeya avê heye û Îran jî ji bo welatiyên xwe bi qasî 150 miliyon lître av amade kiriye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.