4 hezar zarokên rayedarên Îranî li derve ne

daxwaz tê kirin pere bo wan zarokan neyê şandin.
کوردستان TV
100%

Daxwaz ji parlementoyê tê kirin tedbîrek bistîne.

Li gor çapemeniya Farsî, herî kêm zêdetir ji 4 hezar zarokên rayedar û berpirsên Îranî li derveya Îranê dijîn.

Îndîpêndetê Farsî belav kiriye ku ev 4 hezar zarok li derveya Îranê jiyaneke gelek xweş derbas dikin û mesrefên jiyana wan jî ji aliyê rejîma Îranê ve têne dabînkirin.

Di nûçeyê de hatiye eşkere kirin ku mehane pereyeke gelek zêde ji Îranê bo xercên wan zarokan bo derveya Îranê tê şandin.

Ji aliyeke din ve hin aliyên Îranî jî daxwaz ji parlementoyê dikin ku li hember vê rewşa han tedbîreke tund bistîne û pereyên ku bo wan zarokan têne şandin rawestîne.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.