Aloziyên li Îsraîl û Xezeyê berdewamin

ev sê roje di navbera Îsraîl û cîhada îslamî de pevçûn heye.
کوردستان TV
100%

Heta niha du Fermandarên mezin yên cîhada îslamî hatine kuştin.

Li gor çapemeniya Îsraîlê, duhê bişev dîsa çekdarên koma çekdar ya cîhada îslamî, bi mûşekan êrîşî ser çend bajarên Îsraîlê bi taybetî Til Evîvê kiriye.

Li hember de jî artêşa Îsraîlê berdewame li ser bersifdana wan êrîşan û îro danê sibê dîsa artêşa Îsraîlê di êrîşeke xwe de karî, Fermandareke din yê mezin yê koma çekdar ya cîhada îslamî bikuje.

Çapemeniya Îsraîlê eşkere kiriye ku di encama êrîşeke mûşekî ya artêşa Îsraîlê de bo ser xaniyekî li Xezeyê 8 çekdarên koma cîhada îslamî hatine kuştin û di nava wan de Fermandarê başûr yê koma han Xalid Mensûr jî heye.

Ji aliyeke din ve duhê jî artêşa Îsraîlê karîbû li Xezeyê Fermandarê bakûr ya koma cîhada îslamî bikuje.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.