Li sînorên Başûrê Îranê re hatine.
Berpirsê giştî yê rê û deriyên sînorî yê li eyaleta Xûzistanê ya li Başûrê Îranê Mihemed Cewlanejad ragihand ku îsal bo merasîmên olî li meha Miheremê de gelek welatiyên Îranî bi rêya deriyên sînorî yên li Xûzistanê serdana Îraqê kirine.
Mihemed Cewlanejad herwiha diyar kiriye ku bi tenê di destpêka meha Miheremê de heta niha bi giştî 13 hezar welatiyên Îranî bi mebesta ziyaret kirina cîhên olî yên li Îraqê derbasî Îraqê bûne.
Nav hatî diyar kiriye ku vê heta dawiya Miheremê bi nêzî 50 hezar welatiyên Îranî bi rêya wan deriyan derbasî Îraqê bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin