5 çalakvanên Kurd hatin ceza kirin

li her du parêzgehên Sine û Urmiyeyê hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Tevahiya wan çalakvanên siyasî ne.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, di Tîrmehê de gelek çalakvanên siyasî û medenî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.

Hengawê belav kiriye ku, di Tîrmehê de dadgehên rejîma Îranê, bêyî amadebûna parêzeran, ev çalakvanên Kurd darizandine û ceza dane wan.

Her di vê çarçoveyê de di Tîrmehê de 5 çalakvanên siyasî ji aliyê dadgehê ve hatine cezakirin û bo her yek ji wan cezaya 4 sal û 3 mehan gertîgehê hatiye dayîn.

Du ji wan girtiyan li girtîgeha Urmiyeyê ne û 3 girtiyên din jî li Sineyê ne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.