Hefteya derbasbûyî rojane zêdetir ji 300 hezar bermîl petrol hatiye şandin.
Wezareta enerjiyê ya Amerîkayê ragihandiye ku hefteya derbasbûyî henardeya petrola Îraqê bo Amerîkayê li gor hefteya berê, zêdetir bûye.
Li gor daxuyaniya wezareta enerjiyê, hefteya derbasbyî, Amerîka rojane 369 hezar bermîl petrol ji Îraqê hawirde kiriye.
Ev di demekê deye ku, du hefte beriya niha Amerîka rojane bi tenê 165 hezar bermîl petrol ji Îraqê hawirde kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin