MÎT’a Tirk 4 şêniyên Efrîna dagirkirî revandin ku yek ji wan jineke ji navçeya Cindirêsê ye.
Li gorî çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê, MÎT’a Tirk li navenda navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî 4 welatî revandin ku yek ji wan jin e.
Li gorî çavkanî, navên kesên hatine revandin wiha ne: Nûrî Mihemed Elî Îso (24), Îmad Mihemed Hemo (33), Mehmûd Seîd Casim El-Mihemed (34) û Îlham Mihemed Hesen (47).
Heman çavkanî da zanîn ku MÎT’a Tirk bi hincetên bêbingeh şênî revandin û hîna aqûbeta wan ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê dabû zanîn ku MÎT’a Tirk û çeteyên wê tenê di Tîrmehê de ji bo tengavkirina welatiyan, tirsandina wan û koçberkirinê 43 welatî li Efrînê revandine.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin