Peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya cejna çileya Havînê ya Êzidiyan peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye: Bi boneya cejna çileya Havînê gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyên Kurdistan û cîhanê dikim bi taybetî ewin ku hîn ji di nava kempan de dijîn, hêvî dikim ku cejn xweşî, aramî û aştî bi xwe re bîne.
Di tevahiya cejn û boneyan de em bi rêzdarî ve xuşik û birayên xwe yên Êzidî yên ku bûne qurbaniya destê terorê bibîr tînin û tekez li ser vê yekê jî dikin ku hewldanên me yên bo rizgar kirina refandiyan berdewam dibin.
Serokê herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de hêviya cejneke aram û bixêr û bereket bo Êzidiyan xwestiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin