Li Efxanistanê ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kuştin.
Şeva derbasbûyî çapemeniya Amerîkayê belav kir ku, hêzên Amerîkî, Serokê tevgera Qaîde ya li Efxanistanê kuştine.
Her di vê derbarê de çapemeniya Amerîkayê li ser zarê Serokê vê welatî belav kir ku, hefteya derbasbûyî hêzên Amerîkî di operasiyonekê de li Kabila paytexta Efxanistanê karîne Cîgirê berê yê Osame Bin Ladin û Serokê niha yê Qaîdeyê Eymen Zewahêrî bikujin.
Zewahêrî xelkê Misirê ye, sala 1951an ji dayik bûye û piştî kuştina Bin Ladin bûye Serokê Qaîdeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin