Parlementoya Franseyê dijî Tirkiyeyê daxuyaniyek weşand

daxwaza daxistina asmanê Rojavayê dikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime rê neyê dayîn ku Tirkiye operasiyonê bike.

Zêdetir ji 120 parlementerên firaksiyonên curbicur yên di nava parlementoya Franseyê de li dijî operasiyona Tirkiyeyê ya bo ser Rojava ( Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê) daxuyaniyeke hevpar belav kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Erdogan metirsiyeke gelek mezine bo ser aramî û ewlekariya deverê û lazime pêşiya Erdogan were girtin.

Ev parlementer herwiha daxwaz ji hikûmeta Franseyê kirine ku li dijî operasiyona Tirkiyeyê berevanî û piştîvaniya Rojavayê bike û rê nede Tirkiye operasiyonê bike.

Ev parlementerên han herwiha daxwaz kirine ku asmana Rojavayê bo balefirên Tirkiyeyê were daxistin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.