10 kolberên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin birîndar kirin

rewşa hinek ji birîndaran girane.
کوردستان TV
100%

Li devera Newsûdê hêzên rejîmê êrîşî ser Kolberan kirine.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, roja înê 29ê Tîrmehê, li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li devera Newsûdê, çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.

Di encama êrîşa han de 4 Kolber jiber êrîşa raste rast birîndar bûne û 6 Kolber jî dema reviyanê jiber berbûn û ketinê ji çiya birîndar bûne.

Kolberên birîndar bo derman kirinê bo nexweşxaneya bajarê Pawe hatine veguhastin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.